Nêçîrvan Barzanî: Dubarebûna teqînan metirsîdar e û divê çavdêriya sîstema gazê bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên bûyera şeva borî ya Duhokê nîşan da û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku tedbîrên cidî bigirin da ku karesatên wiha dubare nebin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser teqîna sîstema gazê ya Duhokê ku di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn, peyamek belav kir. Di peyamê de hat gotin: “Dubarakirina teqînên gaze, nîgeranî û metirsiyeke cidî ye û divê aliyên pêwendîdar di zûtirîn dem de li ser vê babetê rawestin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera diltezîn a teqîna şeva borî ua Duhokê dikim ku cihê xemeke mezin e, dil û hestên min digel wan û hevbeşê êş û kovana wan im. Ji Xwedê yê mezin hêvîxwaz im giyanê qurbaniyên di dilovaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên wan. Her wiha hêviya saxbûn û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwazim, em ji bo her hevkariyeke pêwîst ya çareseriya wan amade ne.”

Dubarebûna bûyera teqîna gaze, nîgeranî û metirsiyeke cidî ye û divê aliyên pêwendîdar bi zûtirîn dem vê pirsê bi cidî bigrin û çavdêriyeke baştir li ser sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê hebe û rêkarên baştir yên selametiyê hebin ji bo rê li ber bûyerên weha yên diltezîn bêne girtin.

Xwedêyê mezin hevakarê malbat û kesûkarên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Duhokê be û dilê me hemûyan bi wan re ye.