Parêzgehê Duhokê ji bo 2 rojan şîna giştî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji bo qurbaniyên Duhokê, ji bo 2 rojan şîna giştî li parêzgehê ragihand.

Şeva borî li Duhokê di encama teqîna tankeke gazê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn, Parêzgarê Duhokê jî ji bo 2 rojan şîna giştî li wê parêzgehê ragihand.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferanseke rojnamavanî de ragihand, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn, rewşa du birîndaran giran e.

Elî Tatar da zanîn ku Serok Barzanî pêwendî bi wan re kiriye û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û nekarî beşdar bibe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şeva borî heta sibehê li ser xetê bû û li rewş û tenduristiya birîndaran pirsî û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwast.