Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar raspardin lêkolîneke cidî di sedema teqîna gazê de bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22 Mijdara 2022an, serperiştiya civîneke taybet bi bûyerên teqînên gaze li Duhok û Silêmaniyê kir û aliyên pêwendîdar raspardin lêkolîneke cidî û hûr derbarê vê cure gazê û aliyên cibicîkar û sedemên van bûyeran de bikin.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan da û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwast.

Serokwezîr bi rêz û pêzanîneke mezin behsa candîdayî û qurbanîdana Cîgirê Rêveberê Polîsê Hawarhatina Duhokê Raîd Elî Berwarî û hevkarên wî kir ku Ji bo parastina giyanê welatiyan û bi taybet xwendekaran, xwe kirin qurbanî.

Serokwezîr aliyên peywendîdar ên hikûmetê raspardin ku li hemû cihên giştî û taybet ên ku vê sîstema gazê bi kar tînin vekolînin û lêkolîneke cidî û berfireh li ser vê curê gazê, aliyên cîbicîkar û sedemên bûyerên Silêmanî û Duhokê bikin. Heta derketina encamên lêkolînê jî, biryar hat dayîn ku bikaranîna vê sîstemê li wan cihên tên bikaranîn, bê rawestandin.

Ev civîna Serokwezîr Mesûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar piştî wê tê, roja 17ê Mijdarê sîstema gaze ya maleke Silêmaniyê teqiya û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Her wiha şeva borî jî li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.