Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Sûdanî li ser mijarên ewlehiyê yên navçeyên sînorî gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Di civînê de, herdu aliyan tekezî li ser giringiya yekrêziya li ser asta niştimanî kirin û yekrêzî û hevahengî ji bo rûbirûbûna kêşeyên di warê aborî, jiyanî û xizmetguzariyê de bi pêwîstî zanîn, ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji hemû welatiyên Iraqê re.

Serokwezîr Iraqa Federal tekez kir, Hikûmeta Federal pabendî destûra Iraqê ye ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyan dabîn bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê dubare pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê kir ji bo bidestxistina baweriyê bi hikûmeta wî û geşbîniya xwe jî bi karîna hikûmeta nû nîşan da ji bo birina welat ber bi qonaxeke cudatir ku tê de zimanê hevtêgihîştinê û çareseriyan serdest be.

Di hevdîtinê de gotûbêj li ser mijarên ewlekarî yên navçeyên sînorî yên Iraqê hate kirin û piştevanî li hevkariyên her du aliyan hate kirin, ji bo parastina serweriya Iraqê û redkirina binpêkirinên berdewam û karkirina ji bo wê yekê ku xaka Iraqê nebe gef li ser ti welatekî cîran.