Serok Barzanî û Elî Qeredaxî zimanê gef û înkarê red dikin

Serok Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Peşepêdana Mirovî û Rêxistina Rabiteya Mirovî ya li Kurdistanê civiya.
Civîna Serok Barzanî û Elî Qeredaxî
Civîna Serok Barzanî û Elî Qeredaxî

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Peşepêdana Mirovî û Rêxistina Rabiteya Mirovî ya li Kurdistanê civiya.

Îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî Dr. Elî Qeredaxî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Peşepêdana Mirovî û Rêxistina Rabiteya Mirovî ya li Kurdistanê kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de rewşa Iraqê û navçeyê hat gotûbêjkirin û li ser astengî û gefên li ber seqamgîrî û aştiya li navçe û cîhanê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di civînê de tekezî li ser redkirina zimanê gef û înkarê hat kirin û hat destnîşankirin ku zimanê diyalog û aştîxwaziyê, ji bo çareserkirina kêşe û qeyranên navçeyê, rêya herî baş e.

Herwiha har diyarkirin ku di beşeke din a civînê de rewşa navxwe ya Kurdistanê, bar û guzetan û nîgeraniyên xelkê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.