Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, pêşhateyên ewlehî, siyasî û aborî yên Iraqê, herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, pêşhateyên ewlehî, siyasî û aborî yên Iraqê, herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Bexdayê ligel Serokomarê Iraqa Federal Letîf Reşîd civiya û rewşa giran a awareyên Iraqê yên li kampan axivîn û herdu alî hevnêrîn bûn ku divê karê hevbeş ji bo baştirkirina rewşa jiyan û debara wan were kirin û hewl were dayîn ku bi awayekî aram vegerin cih û warê xwe.

Herwiha di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên emnî, siyasî û aborî yên welat jî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser piştevaniya pêngavên Hikûmeta Federal ya Iraqê ji bo cîbicîkirina bernameya xwe ya ji bo baştirkirina jiyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir ji bo welatiyan hate kirin.

Mijareke din ya civînê behskirina pêwendiyên Iraqê digel welatên cîran bû ku divê ew peywendî li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş bin û tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û yekxistina îmkanan ji bo parastina aramî û serweriya Iraqê kirin.

Di derbarê hewlên şerê dijî terorîstên DAIŞ û kiryarên wan de, her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hemahengiya hevbeş ya di navbera hemû hêzên emnî, Pêşmerge û artêşê de ya ji bo jinavbirina terorîstan û parastina ser, mal û jiyana welatiyan kirin.

Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din ya civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Iraqa Federal bû ku di vê çarçoveyê da her du aliyan tekîd kir ku divê diyalogek avaker dest pê bike û yasayên li Parlamentoya Iraqê hêlawestî mane di zûtirîn dem da bêne pesendkirin û li gor destûrê bigihin çareseriyekê ku maf, adaleta civakî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da mîsoger bike.