Parlamentoya Iraqê derbarê êrîşên ser Herêma Kurdistanê de ti biryarek neda

Di civîna taybet a Parlamentoya Iraqê de derbarê êrîş û binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê welatên cîran ve, ku di rûniştina girtî de hat kirin, ti biryar nehat dayîn.

Hewlêr (K24) – Di civîna taybet a Parlamentoya Iraqê de derbarê êrîş û binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê welatên cîran ve, ku di rûniştina girtî de hat kirin, ti biryar nehat dayîn.

Parlamentoya Iraqê îro roja Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan derbarê parastina serweriya welatê xwe de, ku di civîneke girtî û neçaverêkirî de hat lidarxistin, endamên parlamentoyê nekarîn li ser helwestekê ji bo bersivdana êrîşên wan bigihin rêkeftinekê.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ragihand ku Parlamentoya Iraqê biryar da ku civîneke hevbeş di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo welatên cîran were lidarxistin.

Berî niha Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa ji Kurdistan 24ê re ragihandibû, eger Bexda ti tedbîran li hember êrîşên ser Herêma Kurdistanê negire, ew xemsarî û bêwijdanî ye li hember serweriya Iraqê.

Derbarê êrîşên berdewam ên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê jî Herêm Kemal Axa diyar kir ku ev êrîş bûne aciziyeke mezin û binpêkirina serweriya Iraqê û mafên mirovan.