Li Tirkiyê erd hejiya.. 35 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê berbangê erdhejek bi hêza 6.1 li gorî pîvera Richterê pêk hat û di encamê de 35 kes birîndar bûn.

Erdhej îro demjimêr 4:00 li Stenbol û çend bajarên din ên derdora wê çêbû û navenda wê jî Duzce bû ku 200 kîlometre ji Stenbolê dûr e.

Wezîrê Tenduristiyê Fexredîn Koca li ser hejmara xwe ya Twîtterê diyar kir, 32 jê li Duzce, yek li Stenbolê û 2 jî li Bolu û Zonguldakê 35 kes birîndar bûne.

Da zanîn jî, gelek avahî û malên bajêr jî ziyan dîtine.

Tirkiye yek ji çalaktirîn herêmên erdhejê ye. Di Çileya 2020an de li Elezîzê erdhejek bi hêza 6.8 Richterê pêk hatibû û zêdetirî 40 kesan canê xwe ji dest dabûn.