Li Orşelîmê teqîn.. 10 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rawestgeha otobusan ya li deriyê Orşelîmê teqîneke mezin rû da.

Li gorî medyaya Îsraîlê teqîn bi riya bombeyeke vedayî hatiye kirin.

Medyaya Îsraîlê ragihand, di teqînê de 10 kes birîndar bûne.

Nexweşxaneyên ku birîndaran derman dikin diyar kirin ku di teqînê 10 kes birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e.

Li gorî medyaya Îsraîlê, polîs li derdora cihê teqînê dest bi operasiyona lêgerîna li her gumanbarekî kiriye.