Pispor: Tirkiye polîtîkaya xwe ligel welatên Ereb û Kendavê diguhere

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Tirkiye bi nêzîkbûna hilbijartina di qada navdewletî de pêwendiyên xwe yên gel welatan sererast dike. Li gel Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Îmaratê piştî 9 salan bi Misrê re jî di asta serokkomariyê dehevdîtin hate kirin. Pisporên pêwendiyên navdewletî vê yekê wek guherîna politikaya Tirkiyê binav dikin. Lê muxalefeta wî welatî ev hewlê bi tundî rexne dike.

Di sala 2013an de piştî ku Abdulfettah El-Sîsî bi kudetaya leşkeri Muhammed Mursî ji ser postê wî êxistibû Tirkiyê jî pêwendiyên xwe li gel Misrê temamî qut kiribûn. Heta sala 2019an jî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan El-Sîsî wek qatil û dîktator binav kiribû. Herwiha di mijara Lîbya û deryaya naverast de jî Tirkiye û Misr dihatin beramberî hev. Lê piştî 9 salan Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokkomarê Misrê Abdulfettah Es Sîsî yekem car li Qetarê di destpêka Mondîala 2022an de hatin bal hev du û destê hev girtin. Li gorî piposrên pêwendiyên navdelwetî Tirkiyê politikaya xwe ya li gel welatên Ereb û Kendav guhertiye. Bi Suriyê re jî asayîbûn niha nepêkan e.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Mustafa Eravci ji K24ê re got: “Piştî bêdengiyeke dirêj bi navbeynkariya rayedarên Qetarê birêz Erdogan û El-Sîsî hatin bal hev du. Tirkiyê polîtîkaya xwe li gel welatên Ereb û Kendavê diguhere û li ser destkeftî û berjevendiyan careke din pêwendiyên xwe dizayn dike. Demeke nêzîk de dibe ku Erdogan biçe Misrê jî. Ger operasyona Esmanî ya Tirkiyê nebûna heman asayîbûn bi navbeynkariya Rûsya dê bi Suriyê re jî pêk bihata lê niha ev yek zehmet e.”

Pisporên ku rewşê dişopînin jî dibêjin Tirkiyê herî zêde bi Misr û Suriyê re kêşeyên mezin hene û çareserkirina van kêşeyan jî tenê bi hevdîtin û çend gotinan çareser nabin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Mustafa Yetîm dibêje: “Misr û Sûriye du welatên sereke ne ku pêwendiyên Tirkiyê li gel wan aloz in. Her çiqas bi Sîsî re hevdîtin hatibe kirin jî di mijara Libyayê de politikaya Tirkiye û Misrê ji hev cuda ye. Di heman demê de li gel Sûriyê jî mijara Idlibê, hebûna YPG, kêşeya penaber û habûna Tirkiyê ya li Sûriyê heye. Tev van hemû kêşeyan bi hevdîtinekê û bi çend gotinan ne pêkane wek berê bi Misir û Sûriyê re pêwendî asayî bibin.”

Her çiqas pispor hevdîtina Erdogan û El-Sîsî gaveke erênî bo başkirina pêwendiyan bibinin jî partiyên opozisyona wî welatî taybetî partiya komarî ya gel CHP bi tundî Erdogan rexne dike û dibêje Erdogan ji bo ku hilbijartinan wenda neke destê ku jê re gotiye gemarî, qatil û dîktator digre û wê sibê jî ji esed re bibêje birayê min Esed. Ev yek jî di qada anvdewletî de baweriya bo Tirkiyê lawaz dike.