Erdogan: Em ê di dema guncaw de êrîşa bejayî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan diyar dike, êrişên wan ên li ser Rojavayê Kurdistanê dê tenê bi êrîşên asmanî ne sînordar bin û dê êrişên bejayî jî bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro Çarşemê 23ê Mijdara 2022an li civîna ligel firaksiyona partiya xwe de gefa êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Operasyonên em yên bi firoke, top û dronan, tenê destpêk e. Em ê êrîşên bejayî jî bikin.”

Her wiha Erdogan got: “Em ê serkirdeyên wan ên li Til Rifet, Minbic û Kobanê yek bi yek ji holê rakin. Di guncwatirîn dem de em ê êrîşên bejayî bikin.”

Erdogan dibêje hin welat soz dabûn wan ku Tirkiye tûşî gefên ji Sûriyeyê nebe, lê ew welat pabendê sozên xwe nebûne û ji ber vê yekê ew gihiştine wê mafê ku biryara çarenivîsa xwe bidin.

Serokomarê Tirkiyê got jî: “Bila deshilatên Iraq û Sûriyê ji operasyonên Tirkiye dilgiran nebin. Ev operasyon, yekparçeyî xaka Iraq û Sûriyê misoger dike.”

Ji şeva 19/20ê vê mehê ve, artêşa Tirkiyê bi dron û firokeyên şer êrişî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin û binesaziyê û hejmarek ji navendên giştî hatine wêrankirin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar jî ji medyaya Tirkiyê re axivî û diyar kir ku di “Operasyona Penc-Şûr” de li 471 armancan dane.