Hêzên ewlehiyê nehiştin parlamenterên HDPê derbasî Sirûcê bibin

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê nehiştin şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biçe ser sînorê Kobanî û êrîşên Tirkiyê protesto bike.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê nehiştin şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biçe ser sînorê Kobanî û êrîşên Tirkiyê protesto bike.

Parlamenterên HDPê yên Rihayê Omer Ocalan, Nusrettin Maçin, Ayşe Surucu û Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Sidik Taş û şanda ligel wan, bi mebesta protestokirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwestin biçin ser sînorê Kobanî.

Hêzên ewlehiyê li gundê Elîgorê yê Sirûcê rê li ber parlamenterên HDPê girtin û nehiştin derbasî navçeya Sirûcê bibin û ji şanda HDPê re gotin ku ji ber qedexeya çalakiyan a 15 rojan ku ji aliyê Parêzgeha Rihayê ve hatiye ragihandin, rê nayê dayîn ku biçin Sirûcê.

Roja 20ê Mijdarê, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çendîn navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encamê de li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 30 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.