Tirkiyê êrîşî du navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê kir

Tirkiyê di du êrîşên cuda de bi rêya dronan xaleke pişkinînê ya asayîşê ya li Hesekê û gundekî li başûrê Kobanî kire armanc.

Hewlêr (K24) – Tirkiyê di du êrîşên cuda de bi rêya dronan xaleke pişkinînê ya asayîşê ya li Hesekê û gundekî li başûrê Kobanî kire armanc.

Li gor zanyariyên Rêwangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, Tirkiyê bi rêya dronan êrîşî bajarokê Zerganî yê ser bi parêzgeha Hesekê kir û di encamê de sê endamên asayîşê birîndar bûn.

Heman jêder eşkere kir ku droneke Tirkiyê xaleke serbazî ya li gundekî başûrê Kobanî kire armanc.

Roja 20ê Mijdarê, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çendîn navçeyên Rojavayê Kurdistanê kirin armanc, di encamê de li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 30 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.