Encûmena Wezîran ji bo silametiya welatiyan çend biryarên girîng dan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 23ê Mijdarê, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 23ê Mijdarê, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Di beşa sereke ya civînê de gotûbêj li ser tundkirina rênima û lidûvçûn û lêpirsîna li pîver û rêkarên silametiyê û destûrên cîbicîkirina pîşeyan ji bo silametiya parastina jiyan û silametiya welatiyan hat kirin, ku mixabin ji ber karesata teqîna gazê li herdu bajarên Silêmanî û Duhokê, çendîn kes bûn qurbanî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên herdu bûyeran kir û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest û amaje bi rola girîng a dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê kir, li herdu karesatan û bi taybetî pesnê qehremanî û canfedayiya rehmetî Raîd Elî Berwarî û polîsên hevkarên wî kir, ku ji bo hawarçûn û parastina welatiyan, canê xwe feda kir û bi rêz û pêzanînê ve, rola wan a ciwanmêrane bilind nirxand, herwiha tekezî li wê yekê kir ku divê dezgeh û aliyên pêwendîdar ên hikûmetê, demildest lêkolînê li ser sedemên bûyerên wan karesatan bikin û hemû rêkarên pêwîst bigrin ber xwe ji bo rêgirtin û dubarenebûna wan û texsîrê nekin di hawarçûn û rizgarkirina can û silametiya welatiyan bi giştî di hemû cûre karesatên sirûştî de.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raporteke berfireh li ser encama lêkolîn û lidûvçûna herdu bûyerên Silêmanî û Duhokê pêşkêş kir ku tê de çendîn pêşniyar û raspardeyên pêwîst derbarê çareserkirina kêşeyên sîstema şovaj û LPG û pêkanîna rêkarên cidî û pêwîst ji bo tundkirina rênimayî û lêpirsîna li pîver û rêkarên silametî û destûrên cîbicîkirina pîşeyan û dabînkirina pêwîstiyên saziyên berevaniya şaristanî û şaredarî û tendirustiyê, bi taybetî dabînkirina pêwîstiyên rêveberiyên hevahengiya qeyranan JCC li parêzgeh û îdareyên serbixwe tê de bû, da ku beşdariya aktîv bikin di hawarçûna dema her cûre bûyerên mezin û karesatên sirûştî de.

Encûmena Wezîran bi yekdengî rasparde û pêşniyarên Wezîrê Navxwe psend kir û wezaretên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina wan raspart.

Herwiha di çarçoveya vê mijarê de, Encûmena Wezîran li ser pêşniyara Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd  biryar da, Desteya Pîvansazî û Kontrola Cûre ya ser bi Wezareta Plandanînê erkdar bike ku ligel wezaretên pêwendîdar li gor pisporiyê, li xalên sînorî, wan pişkinînan li gor standardê encam bidin û rêgirî li hawirdekirina kelûpel û tanka gazê bikin ku bi sîstemeke silamet naguncin.

Encûmena Wezîran biryar da ku pêwîstiyên pişkinînê ji bo Wezareta Samanên Sirûştî were dabînkirin, da ku pişkinîna gaza şil bikeve ser Rêveberiya Petrol û Kanzayan û nûnerên wan ên li lijneyên parêzgeh û îdareyên serbixwe.

Di beşa duyem a civînê de li ser binpêkirinên berdewam ên serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê hat axaftin, ku binpêkirineke eşkere û xuya ya yasayên navdewletî û pêwendiyên cîrantiyê ye.

Encûmena Wezîran tevî ku bi awayê herî tund, êrîş û bombebarankirina Herêma Kurdistanê şermezar dike, daxwazê ji welatên cîran dike ku rêz li serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê bigrin û divê hikûmeta federal û Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî bi giştî helwesta wan a cidî hebe û sînorek ji bo van binpêkirin û êrîşan deynin û êdî nehêlin serweriya Herêm û Iraqê were binpêkirin.

Di heman demê de Encûmena Wezîran helwesta neguherî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir ku bi ti awayî, rê nedaye û nade ku asayîşa welatên cîran bi rêya Herêmê ve were têkbirin û hemû van cûre bangeşe jî red dikin ku li ser vê mijarê têne kirin, çimkî ti bingeha wan tune ye û ji rastiyê dûr in.