Encûmena Wezîran êrîşên ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û tê de tekez kir, bi ti awayî, rê nehatiye dayîn ku asayîşa welatên cîran bi rêya Herêmê ve were têkbirin û hemû bangeşeyên bi vî rengî, ji rastiyê dûr in.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û tê de tekez kir, bi ti awayî, rê nehatiye dayîn ku asayîşa welatên cîran bi rêya Herêmê ve were têkbirin û hemû bangeşeyên bi vî rengî, ji rastiyê dûr in.

Di daxuyaniya Encûmena Wezîran de hat eşkerekirin ku di civînê de li ser binpêkirinên berdewam ên serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye axaftin, ku binpêkirineke eşkere ya yasayên navdewletî û pêwendiyên cîrantiyê ye.

Encûmena Wezîran bi awayê herî tund, êrîş û bombebarankirina Herêma Kurdistanê şermezar dike, daxwazê ji welatên cîran dike ku rêz li serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê bigrin.

Herwiha ji hikûmeta federal û Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî daxwaz kir, helwesta wan a cidî hebe û sînorek ji bo van binpêkirin û êrîşan deynin û êdî nehêlin serweriya Herêm û Iraqê were binpêkirin.