Rishi Sunak bo Mesrûr Barzanî: Ez kêfxweş im ku pêwendiyên me îro ji her dem zêdetir bihêztir e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak wergirt.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak wergirt.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak di nameya xwe de diyar kiriye: “Şahnişîna Yekgirtî pêwendiyeke wê ya dêrîn ligel Herêma Kurdistanê heye û kêfxweş im ku pêwendiyên me yên dîrokî, îro ji her dem zêdetir bihêztir e, gelek biha û nirxên me yên hevbeş ên hevkariyê ligel hev hene. Şahnişîna Yekgirtî pabend e bi asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê wek beşek ji Iraqeke bihêz û yekgirtî.”

Rishi Sunak herwiha dibêje: “Em gelek bi girîngî li hevahengiya me ya ewlehiyê ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêrin û em pabend in bi karkirina ligel we di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo dilniyabûna wê yekê ku em DAIŞê li Iraq û Sûriyê têk bibin.”

Sunak tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê, bi taybetî di warên bazirganî û veberhênan û çandinî û dîjîtalkirinê de dike.

Herwiha di dawiya nameya xwe de dibêje: “Bi kêfxweşî ve, bi hêviya karkirina min ligel we di dema serokwezîriya min de.”