Rûniştina doza kuştina Tahir Elçî bo 8 mehên din hat paşxistin

Di rûniştina 6emîn ya dozê de hemû daxwazên parêzerên Elçî hatin redkirin. Doz ji bo Tîrmeha 2023an hat paşxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, ji beriya 7 salan di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûrê li ber Minareya Çarling hatibû kuştin. Ji bo ku bûyer bê ronîkirin doz hatibû vekirin. Lê doz hê jî negihaye encamekê. Di rûniştina 6emîn ya dozê de jî hemû daxwazên parêzerên Elçî hatin redkirin. Doz ji bo Tîrmeha 2023an hat paşxistin.

Li  Diyarbekirê li 10emîn Dadgeha Sizayê Giran, 6emîn rûniştina doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî birêve çû. Ji bajarên Bakur, Tirkiye û Ewrûpa ji zêdetirî 100 serokên Baroyan û parêzer û malbata Elçî bedşarî dadgehê bûn. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren got; hiqûq ji bo kurdan cuda tê cîbicîkirin. Eren amaje kir;  Elçî ne kesekî ji rêzê bû û ew hem serokê baroyê bû hem jî mafparêz bû û ew jî dê rê neden ku ev doz bê encam bimîne. 

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ji K24ê re diyar kir: “Desteya Serokatiya Dadgehê ne bêalî û serbixwe ye. Bêyî ku me agahdar bike biryarên neheqî dide. Ev rêbaz ne hiqûqî ye. Me dadwer rexne kir lê ew ji hola dadgehê derketin. Rêbazeke bi vî rengî nîne. Hemû daxwazên me tên redkirin. Em careke din dibêjin; em ê nehêlin ku doza Tahir Elçî nediyar bimîne. Em dixwazin hemû aliyên li pişt vê kuştina siyasî bêne aşkerekirin.”

Turkan Elçî ya hevjîn û parêzera Tahîr Elçî, ji Qur’an û gotinên feylesofên naskirî yên wekî Konfuçyûz, Sokrates û Mewlana yên derbarê edaletê de mînak dan û got; cîhan bi edaletê li ser piyan disekine. Parêzerên Elçî gotin ku; di lêpirsînê de delîl hatin reşkirin û dadgeh naxwaze doz were ronîkirin. Daxwazên parêzeran yên ji bo guhdarkirina Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Dawutoglu ji aliyê şandeya dadgehê ve hat redkirin.

Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses diyar kir: “Em dixwazin Ehmed Dawutoglu û kesên ku derbarê vê dozê de xwedî agahî û rol in werin li dadgehê gotina xwe bibêjin.”

Piştî bidawîbûna rûniştinê parêzeran helwesta dadgehê protesto kirin. Parlementerê CHP’ê  Sezgîn Tanrikulu jî got; kujerên Tahir Elçî diyar in lê ev dadwer alîgir e û bi dadwerane tevnagere.

Rûniştina doza kuştina Tahir Elçî ji bo 5ê meha 7 ya 2023an hat paşxistin. Parêzerên doza Tahir Elçî dibêjin; nayê xwestin ku doz bê ronîkirin lê belê heta ku doz neyê ronîkirin ew jî dest ji têkişîna xwe ya hiqûqî bernadin.