Erdheja Duzceyê li gelek bajarên derdorê bû sedema metirsiyeke mezin

Li navçeya Golyakaya girêdayî bajarê Duzceya Tirkiyê, demjimêr 04:08ê sibêya 23yê Mijdarê bi pileya 5,9ê erdhejek pêkhat. Di erdhejê de kesekî jiyana xwe ji dest da û nêzî 80 kes jî birîndar bûn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li navçeya Golyakaya girêdayî bajarê Duzceya Tirkiyê, demjimêr 04:08ê sibêya 23yê Mijdarê bi pileya 5,9ê erdhejek pêkhat. Di erdhejê de kesekî jiyana xwe ji dest da û nêzî 80 kes jî birîndar bûn. Erdhej li gelek bajarên derdorê bû sedema metirsiyeke mezin.

Li Tirkiyê li navçeya Golyakaya ser bi Dûzceya nêzî Boluyê ve ku bi ser xeta erdhejê cih digire, 23yê meha Mijdarê demjimêr 04:08ê sibê erdhejeke bi şida 5.9 pêkhat. Erdhej, Stenbol jî di navê de li gelek bajarên derdorê bi awayekî ciddî hat hîskirin.

Li gorî amarên dawî yên Rêveberiya Saziya Hawarçûnê ya Bobelatan AFADê di erdhejê de kesî canê xwe ji dest nedaye lê belê li Duzceyê 37, li Stenbolê 2, li Zonguldakê 10, li Sakaryayê 26, li Boluyê 1 û li Bursayê 4 bi giştî 80 kes birîndar bûne. Ji van birîndaran 23 kes, li nexweşxanê dermankirinên wan berdewam e.

Piştî erdhejê welatî ji malên xwe derketin û ligel sermayê heta niha jî piraniya xelkê ji ber metirsiya erdhejeke nû li derve ne.

Welatiyê bi navê Recep Çelîk diyar kir: “Dema erdhêj çêbû me got qey em ê bimirin. Bi lezgînî daketin xwarê. Dibêjin şeş lê şida wê wek 7an bû.”

Nerîman Kara destnîşan kir: “Min gelek erdhêj dîtin û bira bin ax kirin. Di vê de jî ez gelekî tirsiyam. Dengê teqînê hat pêşî. Bi lezgînî em daketin xwarê û hê jî li derve ne.”

Saziya Hawarçûnê ya Bobelatan ragihand ku heta demjimêr 14:55ê êvarê li herêma erdhejê, bi giştî 138 erdhejên domdar pêkhatin û ji van ya herî mezin şida wê wekî 4,3 hatiye tomarkirin.

Welatiya bi navê Nîlgun Koç got: “Ez li TOKiyê rûdinim. Pêşî dengê teqînekê hat. Paşî jî em li ser hev hejiyan. Hemû eşyayên me dolabên me qelibîn. Niha jî ji tirsa em nikarin biçin malen xwe.”

Metîn Aygun jî ragihand: “Ez li destavê bûm dema lerizînê. Piştî jina min û kurê min kirine qêrîn jî gelek tirsiyam û em daketin xwarê. Lê gelekî lerizîn çêbû.”

Piştî erdhejê Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Veguhestina Kêşûhewayê Murat Kurum diyar kir ku piştî erdheja 1999an ji 75ê xanî û avahiyên li vê herêmê bo metirsiyeke erdhejeke nû hatine qahîmkirin û loma di vê erdhejê de jî tu avahî yekser ne hilweşiyane.