Hejmara nû ya kovara Bar Helbest hat weşandin

Di vê hejmarê de ligel wergera helbestan ya ji gelek zimanên biyanî, nivîsên werger û telîf bi Zazakî û Kurmancî hene. Herwiha di vê hejmarê de ligel Kurmancî ji zaraveyên Soranî û Hewramî helbestên telîf hatine weşandin.
Bar Helbest
Bar Helbest

Hewlêr (K24) - Hejmara 6an a Kovara Bar Helbestê hat weşandin. Di vê hejmarê de ligel wergera helbestan ya ji gelek zimanên biyanî, nivîsên werger û telîf bi Zazakî û Kurmancî hene. Herwiha di vê hejmarê de ligel Kurmancî ji zaraveyên Soranî û Hewramî helbestên telîf hatine weşandin.

Kovara Bar Helbest heta çar hejmarên pêşî kovarek edebî-çandî bû. Lê belê piştî hejmara çaran bi guherîna desteya weşanê re, meyla kovarê jî girêdayî desteya weşanê ya nû guherî û bû kovareke taybet li ser helbestê, rexne û wergera helbestê.

Kovar di her hejmareke xwe de hewl dide bi şairekî kurd yê parçeyek din yê Kurdistanê re hevpeyvînan çê bike. Di vê hejmarê de endamên kovarê Rêbîn Mihemed û Îbrahîm Şadman Mêsrkanlû bi sernavê “Şairekî li ser Sînoran” hevpeyvîn bi şairê ji Rojhilatê Kurdistanê, Salih Sûzenî re kirine. Ligel hevpeyvînê di kovarê de du helbestên Suzenî jî cih girtine.

MIRADÊ MIRADAN: EM WEKÎ BAR HELBESTÊ DIXWAZIN MAZÛVANIYA WERGER Û HELBESTÊN PAK BIKIN

Şair Miradê Miradan yê ku yek ji endamê desteya weşanê ya Bar Helbestê ye, di derbarê hejmara nû de diyar kir: “Wekî Kovara Bar Helbestê armanc û daxwaza me ew e ku em mazûvaniya werger û helbestên bi her awayî pak, bikin.” Mirad di dewama gotinên xwe de gazî li xwîneran kir û got: “Berî her tiştî ev yek bo sewdaserên helbestê û helbesta kurdî ye. Em ê deriyên xwe heta ku ji me biqede negirin lê pêdivî pê heye ku şair, wergêr û xwîner jî li derî bidin anku bibin şirîkê barê me. Kerem bikin şîrê helbestê binoşin.”

DI HEJMARA NÛ YA KOVARÊ DE ÇI HENE?

Di vê hejmarê bi berawird hejmara 5an helbestên werger zêde ne. Helbestên helbestkarên wekî Langston Hughes, Amy Lowell, Louise Glück, Maya Angelou, Gerard de Nerval, Allen Ginsberg, Adonîs, Czeslaw Milosz, Paul Celan, Sylvia Plath û Kavafîs û hwd. cih digrin. 

Di warê pexşanê de jî nivîseke Thomas Stearns Eliot û yeka Amy Lowell bi Kurmancî û Zazakî hatiye weşandin. Xeyn ji van her du metnên werger, Mûrad Dildar, Emerîqê Sidîqayê, Welat Ramînazad û Yehya Omerî jî bi nivîsên xwe yên li ser helbestê, beşdarî li kovarê kirine.

Şairên vê hêjmarê Şeyhmus Kurt, Rêzan Diljen, Înan Eroglu, Miradê Miradan, Hoşeng Nizarî, Firat Keklîk, Mem Al û Emîr Siraceddîn e. Kovarê di beşa Bûseya Asitanê de jî cih daye xezaleke Soranî ya Mestûre Mahşeref Erdelanî û Were Dotmam ya Celadet Alî Bedirxan.

Kovar di bin banê Weşanên Sîtavê de derdikeve û niha li ser malpera Pirtûkakurdî û li bajarên wekî Wan, Diyarbekir, Mêrdîn, Stenbol û Mûşê li benda xwîner û helbesthezan e.