Artêşa Tirkiyê barhilgirek li nava Qamişlo bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de kesek hat kuştin û rêveberekî pilebilind ê HSDê û kesekî din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 18 êrişên bi dronan li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne, ji wan 17 êrişên ser parêzgeha Hesekê û êrişek jî li parêzgeha Helebê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Derengiya şeva borî artêşa Tirkiyê barhilgireke biçûk li folka Qermûtî ya li navenda bajarê Qamişlo armanc kir û di encamê de ajokarê barhilgirê hat kuştin û fermandarê di HSDê de Rêzan Gilo û Serokê Şaredariya gundê Hîmo Hesen Mecdî jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ev çar roj in dest bi operasyoneke asmanî li dijî Rojavayê Kurdistanê kirin û duhî jî 3 kêlgehên petrolê, derdora zîndana Çirkîn a ku endamên DAIŞ lê girtî ne, Ofîsa Pêwendiyan a HSDê ya li nava baregeha Rûsî li gundê Mebaqir ê ser bi Til Temirê ve û kampa Holê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl û şervanên HSDê hatine kuştin.

Di karvedana yekem a li hember van êrîşan û bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan operasyonên xwe yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestandine.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de ragihand, êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê, gefeke rasterast li ser ewlehiya hêzên Amerîkayê ye û karê Hevpeymaniya Navdewletî ya I bo şerê li dijî DAIŞê asteng dike