Nivîskarên Îranî tepeserkirina xwepêşanderên Kurd şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nivîskarên Îranê, “tepeserkirina plankirî” ya xwepêşanderan li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, şermezar dikin.

Encûmena Nivîskarên Îranê duhî êvarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Tiştê ku îro bi ser gelê Kurd tê kirin, berdewamiya zordarî û eşkenceya bi bername ya rejîmekê ye ku çil û çend sal in dixwaze bi riya dijberiya kêmneteweyan, têkdana aramiyê û bidarvekirina dijberên xwe, ziman û baweriyên olî bi bike yek.”

Belavbûna wêneyên çend rojên borî yên tepeserkirina xwepêşandanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve, li ser torên civakî rastî karvedanên berfireh hatin. Civata Nivîskarên Îranê jî di wê derbarê de nivîsiye: “Navçeyên Kurdistana Îranê ku di rojên derbasbûyî de bûne meydana berxwedana gel û tevgera azadîxwaziyê, niha bûne ji aliyê hikûmetê vet ê tepeserkirin.”

Nivîskarên Îranî di wê baweriyê de ne ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo tepeserkirin û kuştina xwepêşanderan li bajarên Sîstan û Belûçistanê û bajarên din ên Kurdistana Îranê, wan bi “tevlihevî, xapandina raya giştî û tawanên cudaxwaziyê” tometbar dike.

Encûmena Nivîskaran tekez dike: “Nûçeyên kuştina xelkê li kolanan, êrîşa li ser malan, revandin, girtina rê û bikaranîna çekan li dijî xwepêşanderan di dema borî de, tevî qutkirina înternetê û sansura ji aliyê hikûmetê ve, belav bûne.”

Nivîskarên Îranî careke din piştgirîya xwe ji tevgera rizgarîxwaz a gel re tekez kirin û bang li azadîxwazên Îranî û welatên din kirin ku li hember van kuştinan, bêdeng nemînin û dengê xwepêşanderan bigihînin cîhanê.

Zêdetirî 2 mehan ne li bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam in. Li Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw, tenê di heyama heftiya borî de 42 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.