Mezlûm Ebdî: Ji ber êrîşên Tirkiyê em neçar man şerê li dijî DAIŞê rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî radigihîne, Operasyona Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê, ewlekariya leşkerên Amerîkî xistiye metirsiyê û wan ji ber êrîşên Tirkiyê, şerê xwe yê li dijî DAÎŞê jî rawestandine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji televîzyona Amerîkî “FOX News” re got, operasyona Tirkiyê ewlekariya leşkerên Amerîkî xistiye metirsiye û wan ji ber êrîşên Tirkiyê jî, ew neçar mane operasyonên xwe yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê jî rawestînin.

Fermandarê HSDê her wiha operasyona Tirkiyê bi du sedeman ve girê dide û dibêje, hikûmeta AK-Partî bi vê operasyonê dixwaze bi xwîna Kurdan hilbijrtinan bi dest bixe û ezmûna Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê lawaz bike.

Her wiha Mezlûm Ebdî daxwaz ji artêşa Sûriyê kir, ligel wan li dijî Tirkiyê şer bikin û got: “Siyaseta dewleta Sûriyê li hember êrîşên Tirkiyê lawaz e.”

Her wiha Mezlûm Ebdî rexne li bêdengiya civaka navdewletî kir, ku li hember bombebaranên Tirkiyê yên li ser deverên Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bêdeng in.

Ji şeva 19/20ê vê mehê ve, artêşa Tirkiyê bi dron û firokeyên şer êrişî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin û binesaziyê û hejmarek ji navendên giştî hatine wêrankirin.