Zaxarova ji K24ê re: Em ji zêdebûna aloziyên leşkerî li Herêma Kurdistanê nîgeran in

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ji zêdebûna aloziyên leşkerî li Herêma Kurdistanê nîgeran e û ji mûşekên ku ber bi Herêmê ve hatine avêtin jî agahdar e.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di bersiva pirseke K24ê de derbarê bombebarana Îranê li ser deverên sivîl ên Herêma Kurdistanê û şehîdkirin û birîndarkirina û welatiyên sivîl de got: “Rûsya ji zêdebûna rageşiya leşkerî ya li ser axa Herêma Kurdistana Iraqê nîgeran e.”

Zaxarova ji peyamnêrê K24ê re got: “Ev rewş dibe sedema zêdebûna aloziyan li ser sînorên Iraq û Îranê û navçeyê bi giştî, ev jî ji encama siyaseta berfirehxwazî ya Amerîka li navçeyê ye, ji ber ku hêzên Amerîkî di sala 2003’an de bi binpêkirina yasaya navdewletî, êrîşî Iraqê kirin û dagîr kirin. Ev yek jî bû sedema derketina girûp û şaneyên terorîst li welat.” Got jî: “Ev grûp sûdê ji rewşê dibînin, da ku tevliheviyê derxînin.”

Zaxarova derbarê êrîşên Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê de got: “Em ji êrîşên mûşekî yên Îranê li ser baregehên partiyên opozîsyona Îranê agahdar in.”

Derbarê bombebaranên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê got: “Em ji rewşa bakurê Sûriyê nîgeran in û divê aliyên şer vegerin diyalogê.”