Desthilata dadwerî ya Îranê li dijî parlamenterekî Kurd doz vekir

Nûnerê Mehabadê yê li Meclisa Sûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade eşkere kir, ji ber piştgiriya li xelkê ku şîna wan heye, ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve doz li ser wî hat vekirin.
Nûnerê Mehabadê Celal Mehmûdzade
Nûnerê Mehabadê Celal Mehmûdzade

Hewlêr (K24) – Nûnerê Mehabadê yê li Meclisa Sûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade eşkere kir, ji ber piştgiriya li xelkê ku şîna wan heye, ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve doz li ser wî hat vekirin.

Celal Mehmûdzade wêneya giliya ku ji aliyê desthilata dadwerî ve derbarê wî de hatiye kirin belav kiriye û diyar dike: “Di rojên borî de ez çend car hatim bangkirin.”

Mehmûdzade li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Desthilara dadwerî li şûna ku lêkolînê ji bo mafê xelkê nerazî û malbatên qurbaniyên bûyerên van demên dawî yên Mehabadê û bajarên din bike, ji ber piştgiriya wan kesên şîna wan heye, derbarê min de gilî tomar kir.”

Di giliyê de tometa "belavkirina derew û têkdana raya giştî" li Celal Mihemedzade hatiye kirin û ew dibêje: “Ez ê her dem li cem xelkê xwe bi rûmet bim.”

Celal Mehmûdzade yek ji wan endamên Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê ye ku bêdengkirina berfireh a xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kiriye.

Mehmûdzade beriya niha ji rojnameya Îtîmadê re gotibû, hêzên ewlehiyê li çend deverên Mehabadê bi cih bûne û teqe li malên xelkê û dikanan dikin.

Rojên borî, xwepêşandanên berfireh li bajarê Mehabadê birêve çû û hêzeke mezin a ewlehiyê li wî bajarî hat bicihkirin. Heta niha bi hûrgilî diyar nîne ku çend kes ji ber teqeyên hêzên ewlehiyê li wî bajarî hatin kuştin yan birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawî tenê di nava hefteya borî de 42 xwepêşanderên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin.