Fransayê nîgeraniya xwe li hember êrîşên Tirkiyê nîşan da

Wezareta Derve ya Fransayê nîgeraniya xwe li ser êrîş û bombebaranên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser parastina serweriya Iraqê û seqamgîriya Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Fransayê nîgeraniya xwe li ser êrîş û bombebaranên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser parastina serweriya Iraqê û seqamgîriya Herêma Kurdistanê kir.

Îro Pêncşemê 24ê Mijdara 2022yan, Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li hember êrîş û bombebaranên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku ji 20ê Mijdarê ve Tirkiyê dest bi operasyonên serbazî kiriye û ew çavdêriya pêşhateyên li navçeyê dikin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de hatiye ragihand: “Fransa nîgeraniya xwe ya tund li ser ragihandina proseya êrîşa bejahî li bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, nîşan dide û daxwaza rawestanê û dûrketina ji hemû destpêşxeriyan dike ku gef be li ser seqamgîriya navçe û asayîşa nişteciyên wê, ku hîn jî gefên DAIŞê bi dawî nebûne.”

Herwiha wezaretê tekezî li ser parastina seqamgîriya Herêma Kurdistanê kiriye û di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye: “Fransa derbarê serweriya Iraqê û seqamgîriya Herêma Kurdistana Iraqê de rijdbûna xwe dubare dike.”

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.