Berdevkê PDKê: Çareserkirina kêşeyan bi rêya serbazî nabe

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, çareseriya kêşeyan bi rêya serbazî nabe û divê kêşe bi gotûbêjan werin çareserkirin.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, çareseriya kêşeyan bi rêya serbazî nabe û divê kêşe bi gotûbêjan werin çareserkirin.

Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ti car tank û top û firoke û mûşekan kêşe çareser nekirine, divê bi gotûbêj û ji hev fêmkirinê kêşe werin çareserkirin.”

Mihemed destnîşan kir: “Me rêz li derdor û cîranên xwe girtiye, em hewl didin asayîşa wan nekeve metirsiyê.”

Berdevkê PDKê eşkere kir, aliyên Kurdî yên parçeyên din ên Kurdistanê agahdar kirine ku nabe axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn.

Herwiha diyar kir: “Me ji aliyên Kurdî daxwaz kiriye ku rêzê li Herêma Kurdistanê bigrin û nebin kêşe ji bo Herêmê û bihane nedin destê welatên cîran ji bo êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê.”