Di doza girtina HDPê de qonaxa dawîn nêzîk dibe

Sibe dema amadekirina berevaniya niviskî bo HDPê bidawî dibe.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Di doza girtina HDPê da qonaxa dawîn nêzîk dibe. Sibe dema amadekirina berevaniya niviskî bo HDPê bidawî dibe. Piştre berevaniya devkî destpê dike. Di encamê de jî endamên Dadgeha Destûra Bingehîna Tirkiyê dê biryara dawîn bide.

Di doza girtina HDPê da dema ji bo berevaniya HDPê hatî diyarkirin, 25ê Mijdarê tijî dibe. Piştre proseya berewaniyên devkî, û amadekirina rapora dozê heye. Dema ku rapor digihije endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî, Serokê Dadgehê dê bo nirxandina raporê û biryarê, rojekê kifş bike. Heger 10 ji 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bêjin erê, HDP tê girtin. Ji bilî egera qebûlkirina daxwaza girtina HDPê, yan jî redkirina vê, doz dikare bi qutkirina alîkariya gencîneyê bo HDPê jî encam bide.

Cîgirê Hevserok û Berpirsê Karûbarê Hiqûqî yê HDPê Serhat Eren ji K24ê re diyar kir: “Serdozgerê komarî gelek delîlan tevî ku dema wî tijî bûye, radestî dadgehê dike. Tiştên ku ew wek delîl nîşan dide, beriya niha çûbûn Dadgeha mafên mirovî ya Ewropayê jî û wan em mafdar dîtibûn. Ev doz ji aliyê desthilatê ve hatiye vekirin û siyasî ye. Lê em bihêvî ne ku partiya me nayê girtin.”

Li aliyê din, egera girtina HDPê ligel nêzîkbûna hilbijartinan dikare zêdetir bandor li balansên siyasî bike. Şarezayên babetê dibêjin heger HDP were girtin piştgiriya bo vê dê bibe 3 pişk, “ji ber ku dengdêrên HDPê jî di salên dawîn de ji siyaseta HDPê razî nînin.”

Şîrovekarê Siyasî û Serokê Navenda Rapirsiyên Civakî OPTÎMARê Hilmi Daşdemîr ji K24ê re ragihand: “Heger HDP were girtin di hilbijartinan da 3 eger li pêşiya dengdêran e. Yek boykotkirina hilbijartinan e. Dudu, hin dengdêr dikarin piştgirî bidin muhalefetê, ya seyem jî ev e ku HDPê partiyek bi navê Partiya Herêmên Demokratîk bo ev egerê damezrandiye, hin dengdêr dikarin deng bidin ev partiyê.”

Doza girtina HDPê sala borî serê havînê hatibû vekirin. HDP bi tawanên wek tehdîtkirina yekitiya komara Tirkiyê û temsîlkirina PKKê tê tawanbarkirin. Ji bilî Partiya IYI partiyên sereke yên muxalefetê, rexne li dozê digirin. Lê HDP reaksiyonên ji muxalefetê lawaz dibîne.

Demek kurt beriya niha Cîgirê Serokê berê yê Wezîrê Navxwe, wek endamê Dadgeha Destûra Bingehîn hat diyarkirin. Helwesta wî hêj nezelal e, lê girîng e. Ji ber ku Serokê Dadgehê jî di nav de, 5 endam bi helwesta xwe ya muxalif tên zanîn. Li gorî pêşbiniyan 9 endamên din dikarin girtina HDPê erê bikin. Lewma helwesta endamê nû dikare rolek diyarker bilîze.