Rapora salane ya tundiya li ser jinan hat ragihandin

Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora salane ya tundûtujîyên li dijî jinan hatine kirin, ragihand.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora salane ya tundûtujîyên li dijî jinan hatine kirin, ragihand. Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku ji ber polîtîkayên pêşîlêgirtina tundiyên li ser jinan li Tirkiyê kêm in, jin bi berdewamî di bin xeteriyên tundiyê de ne.

ÎHD ya Diyarbekirê, binpêkirinên ku ji 1’ê Mijdar a 2021’an heta 1 Mijdar a 2022’an li bajêrên Bakur, li hember jinan pêk hatine bi raporekî ragihand. Di raporê de hat ragihandin ku di nav salekî de, kêmtirîn 117 jin canê xwe jidest dane, kêmtirîn 34 jin jî birîndar bûne.

Parêzer û Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD ya Diyarbekirê Eylûl Ozgultekîn ji K24ê re diyar kir: “Li bajêrên heremê kêmtirîn 11 jinan xwe kuştine, 5 ji wan jî hewla xwe kuştinê dane. Ji ber tundiyên li nav malbatî kêmtirîn 38 jin hatine kuştin, 15 jin jî birîndar bûne. Di encama tundiyên ku li qada civakî pêk hatine de, kêmtirîn 19 jin hatine kuştin, 14 jî birîndar bûne. Dîsa kêmtirîn 49 jin li bajêrên heremê, bi awayekî şikbar canê xwe jidest dane. Ji aliyê din de, kêmtirîn li 33 jinan jî destdirêjî hatiye kirin.”

Hiqûqnas û mafparêz balê dikşînin ku pergala li Tirkiyê ku tawanbarên tundiyan bê ceza dihêle û bergiriyên pêwist nagire, rê li ber tundiyan xweş dike û tawanbaran  jî wêrek  dike.

Endama Komîsyona Mafên Jinan a ÎHD ya Diyarbekirê Derya Yildirim ji K24ê re ragihand: “Em bi salan e, heman bangewaziyan dikin ku pêşî li van tundiyan bên girtin. Lê Tirkiyê xwe ji peymana Stenbolê vekişand û polîtîkayên ku tundiyên li ser jinan rawestînin, nakevin meriyetê. Tenê hebûna qanûn û destûran jî çareserî nîne, pêwistî bi bergiriyên zêdetir hene û em wê hewlê didin ku cinsiyetperestî ji nav civakê bê rakirin. Ji bo vê yekê jî pêwistî bi peyda kirina hişmendiyeke giştî heye ku wekheviya cinsan di nav civakê de serwer bibe.”

Li gor raporê, 5 bajarên li Bakurê Kurdistanê ku tundî û binpêkirinên li hember jinan herî zêde lê pêk hatine: Riha, Dîlok, Elezîz, Şirnex û Diyarbekir in. Bajarê ku bi awayekî şikbar jin jiyana xwe jidest dane jî bajarên wek Wan, Riha, Diyarbekir û Mêrdîn e.