NASAyê çend wêneyên nû yên heyvê belav kirin

Keştiya esmanî ya Orion hejmarek wêneyên ser rûyê heyvê tomar kirin, ku tê de çal û kortikên ser rûyê heyvê xuya dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) roja çarşemê, bo dema 47 xulek pêwendiya wê ligel keştiya esmanî ya Orion qut bû û piştî zalbûna li ser kêşeyê, çend wêneyên nû yên heyvê belav kirin.

Beriya ku pêwendiya bi keştiya esmanî ya Orion qut bibe, hejmarek wêneyên ser rûyê heyvê tomar kiribû, ku tê de çal û kortikên ser rûyê heyvê xuya dikin.

Wêne ji bilindahiya 130 kîlometre ji hevyê hatine kişandin û di heman demê de keştî bi leza 8210 kîlometre di demjimêrekê de derbas bûye û 370 hezar û 149 kîlometre ji dinyayê dûr bûye.

Biryar e heta hefteya bê, keştiya esmanî ya Orion li derdora hevyê bimîne û piştre di destpêka meha bê de vegere dinyayê.