Tora Dijî Tundiyan a Diyarbekirê rapora xwe belav kir

Diyarbekir (K24) - Tora Dijî Tundiyan a Diyarbekirê ku ji saziyên mafparêz, saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk tê, rapora tundiyên ku di navbera 20’ê Mijdara 2021’an û 20ê Mijdara 20222an de pêk hatine ragihand. Di raporê de hat ragihandin ku 2009 kes bi gileyiya ku binpêkirin li hember wan hatiye kirin serîlêdan kirine.
Endama Komisyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan ÎHDa Diyarbekirê Ezgî Sila Demir, bal kişand ku daneyên rastî yên tundiyan ji daneyên ku ji aliyê saziyan ve tên zanîn û fermî tên zanîn gelek zêdetir in.
Ezgî Sila Demîr daxuyand ku kêmtirîn 6 jin li Diyarbekirê hatine kuştin û 6 jin jî bi awayekî şikbar canê xwe ji dest dane.
Demîr bal kişand ser binpêkirinên ku li ser zarokan ku li Diyarbekirê pêk hatine û daxuyand ku li 865 zarokan dejdirêjiya cînsî hatiye kirin û li 1240 zarokan tundrewî hatiye kirin.
Herwiha di raporê de da zanîn ku kêmtirîn 20 zarok di encama tundiyan de, 26 zarok jî bi awayekî bi guman canê xwe jidest dane. Dîsa 157 zarok hatine desteserkirin, mafên jiyanê yê 137 zarokan hatiye binpê kirin û 385 zarok jî birîndar bûne.