3 leşkerên Tirkiyê di operasyonê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di operasyona “Pence-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê li devera operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de, leşkerên Artêşa Tirkiyê yên bi navên Duabey Onur Ozturkmen û Îsmaîl Unal û Mustafa Yildiz hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam e.
Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.