Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 38 jin hatine kuştin

Jûra Bijişkan a Diyarbekir bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Dijî Tûndiya Ser Jinan de bernameyek li dar xist û bal hate kêşan ku tevî hemû yasa û bergiriyan tundiya ser jinan berdewam e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Jûra Bijişkan a Diyarbekir bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Dijî Tûndiya Ser Jinan de bernameyek li dar xist û bal hate kêşan ku tevî hemû yasa û bergiriyan tundiya ser jinan berdewam e û di sala 2022yan de di 10 mehan de  tevahiya Tirkiye 280 jin hatine qetilkirin.

25ê Mijdarê li tevahiya cîhanê wek Roja Tekoşîna Tûndiya Ser Jinan de tê pêşwazîkirin û di vê çarçoveyê de Jûra Bijişkan a Diyarbekir jî bernameyek li dar xist.

Di bernameyê de hat amajekirin ku di cîhanê de her roj tundî, qeyrana aboriyê û şerên rû didin pêşî bandorê li jinan dikin û di vî warî de yasa jî nikarin jinan biparêzin û li Tirkiyeyê jî vekişîna ji Peymana  Stenbolê jî mînakek vê ye ku jin jî hember vê rewşê û hember van kiriyaran ber xwe didin û rêxistinên jinan jî dê berxwedanê de berdewam bin.

Seroka Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê Elîf Turan ji K24ê re ragihand: “Herî kêm rojê 3 jin tên qetilkirin an jî rastî tundiyê tên. Êdî em nikarin jimareyên qetilkirina jinê bişopînin. Piştî ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya tundî zêdetir bû. Em dibêjin divê demildest li gorî van peymanan tevbigerin.”

Di bernameya  Roja Tekoşîna Dijî Tûndiya Ser Jinan de bal hate kêşan ku tevî hemu bang û xebatan pêşî li tundiyê nayê girtin û sedem jî wek nêrîna civakî ya ser jinan hat nîşandan.

Bijîşk Sabîre Aygun ji K24ê re ragihand: “Ji ber ku jin di civakê de ji aliyê aboriyê ve bindestin, siyasetmedar, dewlet, polîs bi giştî tundiyê nîşan didin. Ji ber ku jinê belengaz dibînin, jinê lawaz dibînin. Hêza xwe li ser jinê dixwazin bidin xuyakirin. Ez bawer dikim jinê wek helqeyeke zeîf dibînin û dixwazin hêrsa xwe di jinê di bidin xuyakirin.”

Li gorî daneyên saziyên sivîl Li Bakurê Kurdistanê di nava salekê de di encama tundiya mêran de 38 jinan jiyana xwe ji dest dane, 15 jin birîndar bûne û 11 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne.