Ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde û lehiyê da.
Li gor pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê barana zêde û lehî tê çaverêkirin û ji bo tedbîrên li hember şert û mercên neyênî yên keş û hewayê, hişyarî hat dayîn.
Bajarên Bakurê Kurdistanê yên bi "koda zer" hatine hişyarkirin ev in:
Semsûr
Bedlîs
Elezîz
Colemêrg
Meletî
Sêrt
Dêrsim
Şirnex
Çewlig
Diyarbekir
Mêrdîn
Sêwas
Wan
Êlih