Ayhan Bîlgen: Şer ti sûdê ji ti aliyekî re peyda nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenter û şaredarê barê yê Partiya Demokratîk a Gelan )HDP( ku ji HDPê veqetiya û partiyeke nû ava kiriye, Ayhan Bîlgen li Diyarbekirê, egera operasyoneke bejayî ya Tirkiyê li hember rojavayê Kurdistanê jii bo K24 re ragihand, Tirkiye ji destpêkê ve polîtîkayên ne rast bi Sûriyê re dimeşîne û rêyên ku kêşeyan kûrtir dikin peyda dike.

Ayhan Bîlgen got: “Dîmenê ku niha li Sûriyê peyda bûye, encam e. Em niha encamê xeter yên xeletiyên ku di raboriyê de hatine kirin dijîn. Li vê erdnîgriyê sûda şerê navxweyî, ji tu aliyekî nîn e û çarseriyan jî peyda nake. Ji şerê navxweyî çaverêkirina encaman, ne di berjewendiyên Kurda de ye, ne di berjewendiyên Tirkan de ye, ne jî di berjewendiyên Îran û Ereban de ye. Çareserî di parastina yekseriya dewletan de û bicîhkirina maf û azadiyên hemû pêkhateyan de ye.

Her wiha got: “Îro helbete metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariya xwe hene û di nav lêgerîneke çareseyê de ye, lê mafê Kurda yê li vê erdnîgarîyê bi awayekî wek hev, di nav aştî û azadiyê de jiyandinê heye û daxwazên wan yên di vî warî de hene. Yanî heger ku ev herdu hevrikî, bikarin di hevsengiyekî de berhev bên çareserî jî mumkun dibe. Loma jî divê van rastiyan li ber çav bên girtin û ji vê rewşa ne rast re çareserî bê dîtin.”