Artêşa Iraqê ji navenda bajaran vedikişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên artêşa Iraqê ji navenda bajaran vedikişin û dosyaya ewlehiyê radestî hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Navxwe ve dikin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê îro 26ê Mijdara 2022an ragihand, hêzên artêşê ji navenda bajaran dest bi vekişînê kirine û dê di demek nêzîk de dosyaya ewlehiyê ya bajaran radestî hêzên wan were kirin.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, Rêvebirê Pêwendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe Lîwa Seid Mein got: Bi hevahengî li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, wan bernameyek bo wergirtina dosyaya ewlekariya navendên bajar amade kirine û li gorî wê bernameyê, hêzên artêşê dest bi vekişîna ji navendên bajaran kirine.

Di van salên dawî de, ji ber xwepêşandanên li parêzgehên naverast û başûrê Iraqê, nebûna xizmetguzariyên sereke û zêdebûna rêjeya bêkarî û hejariyê ku bûne sedema aloziyan, artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina rewşê û parastina aramiyê, derbasî navenda bajaran bû.

Yek ji xalên karnemaya kabîneya Sûdanê jî amaje bi vekişîna hemû hêzên artêş û hêzên çekdar ên Iraqê ji navenda bajaran û di nav de jî parêzgeha Kerkûkê ye. Ligel wê jî, divê dosyaya ewlehiyê radestî hêzên ewlehiyê yên Wezareta Navxwe ya Iraqê bê kirin.