2 leşkerên din ên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – 2 leşkerên artêşa Tirkiyê li nava sînorê Herêma Kurdistanê di şerê li hember gerîlayên PKKê de hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, 2 leşkerên artêşa Tirkiyê di operasyona Pence-Kilît ya li nava sînorê Herêma Kurdistanê de hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Duhî jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû, li navçeyên operasyona Pençe Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de, 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam e.