ISIG: Li Tirkiyê di 20 salan de 30 hezar karkeran canê xwe ji dest dane

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Encûmena Tendûristî û Ewlehiya Karkeran ya Tirkiyê, derbarê amarên karkerên ku li ser kar, ji ber kêmasiya bergirî û ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane raportek ragihand. Li gorî raportê di 20 salên desthilata AK Partiyê de 30 hezar 224 karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gorî raporta Encûmena Tendûristî û Ewlehiya Karkeran ISIGê, li Tirkiyê salan e di navbeyna hezar û 700 û 2 hezar û 300an de karker, ji ber tûnebûn yan jî kêmasiya bergiriyan li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Di raportê de hatiye destnîşankirin ku di 20 salên desthilata AK Partiyê de ber bi kar re 30 hezar û 224 karker mirine. Li gorî daneyên hatine ragihandin jî di karên cûr be cûr de li Tirkiyê rojane 4 karker jiyana xwe ji dest didin.

Sendîkavan Îsmaîl Karaduman ji K24ê re got: “Problema sereke ya karkeran ewlehiyê. Lê kompaniyên taybet yên bi kirê kar dikin vê yekê li ber çav nagirin. Cil û berg û amûrên bo parastinê yên karkeran ji wan berhemên herî bê qalîte dikirin. Dewlet jî venêrîna ve yekê nake. Loma jî di encamê de karker canê xwe ji dest didin.”

Li gorî raporta Encûmena Karkeran tenê di Cotmehê de 158 û di 10 mehên pêşin ya sala 2022an de jî 1521 karkeran canê xwe ji dest daye. Di nava van daneyan de karkerên Kana li Amasrayê jî cih digirn ku di encama teqîna di nava kanê de 41 karkeran canê xwe ji dest dabûn.

Karker Sadik Çakan dibêje: “Mixabin bo karkeran ewlehiya kar nayê ragirtin. Nizanim ka dê heta ku derê wiha biçe lê hema her wisa berdewam dike. Şertên kar gelekî zehmet in. Taybet mehên zivistanê ev şert hê zehmettir dibin. Ligel vê mîsogeriya karê me jî nîn e. Heger ne bi dilê wan be bi asanî me ji kar derdixin.”

Herwiha di raporta Encûmena Karkeran de ligel hejmara zarokên karker hejmara penaberên zarok jî hatiye ragihandin ku hemû jî bi awayekî deryasayî hatine xebitandin. Li gorî van amaran 10 salên dawîn de 616 zarokên karker mirine. 211 ji van li jêr temenê 14; 405 jî navbera 15 û 17 salî de ne. Herwiha di nava van amaran de 49 zarok penaber in ku bi awayekî qaçaxî hatine xebitandin û li ser kar canê xwe ji dest dane.