Tirkiye firokxaneya Minixê û derdora Til Rifetê bombebaran dike

Firokxaneya Minixê ya leşkerî - Arşîv
Firokxaneya Minixê ya leşkerî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê piştî nîvê şevê firokxaneya Minixê û hejmarek gundên li bakurê Helebê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Firokeyên şer ên Tirkiyê îro berbangê baregehên hêzên rêjîma Sûriyê û HSDê li firokxaneya Minixê û gundên Şiwarxe, Merenaz û Malkiyê yên di navbera Efrîn, Ezaz û Til Rifetê de bombebaran kiri, bêyî ku ti zanyariyan derbarê van êrîşan de bide.

Hat zanîn jî, artêşa Tirkiyê derdora bajarokê Tel Rifat, gundên Ziwan, Tel Enab û Şeala yên li bakurê Helebê yên di destê HSDê de topbaran kirin.

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûriyê dike armanc û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî îro di konferanseke rojnamevanî ya online de got: “Tirkiyê hêz li ser sînorê Kobanê cîgir kiriye û dixwaze êrîş bike.”