Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çend pirsên giring serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike û yekem civîna xwe ligel Wezareta Darayî dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil îro 27ê Mijdara 2022an ragihand, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina ligel şanda hikûmeta Iraqê, îro serdana Bexdayê dike.

Diyar kir jî, şanda Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser pirsên bûdce, Pêşmerge, madeya 140 û petrolê dê serdana Bexdayê bike.

Ev civîn, dê bibe yekemîn civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta Iraqê de piştî ku ji aliyê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat avakirin. Her du aliyan çendîn caran tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirine.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê, ev şande îro serdana Bexdayê dike.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo amadekirina projeyasaya bûdceya sala 2023am dê îro ligel Wezareta Darayî ya Iraqê bicive.