PKKê meydana şerê bi Tirkiyê re biriye Rojava û Başûrê Kurdistanê

Piştî 44 salan ji damezirandina PKKê, niha şerê PKK û Tirkiyê ne li Bakurê Kurdistanê ye, lê belê li Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 44 salan ji damezirandina PKKê, niha şerê PKK û Tirkiyê ne li Bakur, lê belê li Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kirin.

44 sal bi ser damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbas dibin. PKKê piştî 6 salan ji damzirandina xwe, di 15 Tebaxê de li bajarokê Dihê yê Sêrtê dest bi şerê çekdarî kir û ev şer 38 sal in berdewam e. Lê şerê çekdarî ya ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû, êdî ne li wir e, lê belê li Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Herêma Kurdistanê belav bûye, arteşa Tirkiyê jî bi hinceta vî şerî destêwerdanên xwe yên li dijî van her du perçeyên Kurdistanê roj bi roj zêdetir dike.  Hikûmeta Tirkiyê niha jî xwe amade dike operasyoneka nû ya bejahî li dijî rojavayê Kurdistanê bike.

Tirkiyê ji Efrînê heta Zapê gelek cihên sînorî xistiye bin kontola xwe û ji ber vî şerî zêdetir ji hezar gundên Başûrê Kurdistanê jî vala bûne.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKê Duran Kalkanî di sala 2018ê de di derheqê ketina Efrînê de gotibû, ew ê li hemberê Efrînê Şemzînanê bigrin, lê berûvajî girtina Şemzînanê, arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana 2019an de êrîşî Xakurkê kir û hejmarek xalên stratejîk ên PKKê xistin bin kontrola xwe. Operasyona Xakûrkê jî di pişt xwe re, operasyonên Heftanîn, Zap, Metîna û Avaşînê bi xwe re anîn.

Duran Kalkan her wiha di dema destpêkirina şerê Zapê de gotibû, ew ê şerî li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav bikin. Lê şer berûvajî daxuyaniyên wî, li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Hikûmeta Tirkiyeyê niha jî amadekariyên operasyoneke nû ya bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja 23ê Mijdarê li Parlamentoya Tirkiyê de gotibû, ew ê di guncawtirîn dem de dest bi operasyoneke bejahî bikin. Mabesta Erdogan ji vê dema guncav, destûra Rusyayê û Amerîkayê werbigire, lê xuya ye heta niha destûra operasyoneke bejahî ji Enqerê re nehatiye dayîn.

Lê Tirkiye hewleke cidî dide da ku bikeve Rojavayê Kurdistanê û bo vê yekê jî roja 20ê Mijdarê operasyoneke asmanî ya bi navê “Pençe-Şûr” kiribû.