Mesut Dogan: Tirkiyê ti caran evqas bêplan û bêkontrol nebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mesût Dogan li Diyarbekirê civînek çapemeniyê li dar xist û di daxuyaniya xwe de amaje kir ku di dîroka Komara Tirkiyê de, ti caran rewşa dewletê evqasî bêkontrol, bêplan û serobino nebûye û rexen li polîtîkayên ewlekarî û aboriyê kir.

Ji bo nirxandina rojevê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mesût Dogan li Diyarbekirê li gel rayedarên partiya xwe civînek çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de Mesûr Dogan behsa mijarên sereke yên Tirkiyeyê kir û bal kêşand ku rewşa Tirkiyê ti caran evqasî bêkontrol, bêplan û tertubela nebûye.

Derbarê polîtîkayên aboriyê de Mesût Dogan da zanîn ku deynê Tirkiyê yê derve 450 milyar dolar e û çi dema nirxê lîre hember dolar, 1 quruş kêm dibe ev tê wê wateyê ku Tirkiye 4,5 milyar dolar winda dike û ew Tirkiyeya mezin niha hatiye wê astê ku dibêjin dê 5 milyar dolar ji Erebîstana Siudî were û dê 10 milyar dolar ji Qeterê were.

Dogan amaje bi wê yekê kir ku li cîhanê 200 dewlet hene, Tirkiye ji her alîyê ve bedew e û xwedî dewlemendiyan e, lê mixabin % 75ê ciwanên ku pêşaroja Tirkiyeyê ne, naxwazin lê bijîn.

Mesut Dogan derbarê doza girtina HDPê de ji K24ê re ragihand, ew li dijî wê yekê ne ku partiyek bi yasayan were girtin.