Diyarbekir.. Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ji bo Jîna Emînî hat dayîn

Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Weqfa Tahîr Elçî ji bo Jîna Emînî hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya Hefteya Bîranîna Tahîr Elçî de Weqfa Tahîr Elçî Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê da. Xelata ku cara yekem e tê dayîn, ji bo keça kurd Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê hatibû kuştin, hat dayîn.

Îsal bo çalakiyên di Hefteya Bîranîna Tahîr Elçî de tên lidarxistin, bernameya Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê jî hat lê zêdekirin.

 Xwediya xelata ku cara yekem e tê dayîn, ji aliyê Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî ve hat dayîn. Turkan Elçî da zanîn Yekem Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Weqfa Tahîr Elçî bo Keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî hat dayîn.

Turkan Elçî amaje kir ku girîng hêja ye ku xelata yekem Keça Kurd Jîna Emînî hat dayîn.

Di bernameya dayîna xelatê de derbarê jiyana Tahîr Elçî û jiyana Jîna Emînî û bûyerên li Îranê rû didin de pêşandana sînevîzyonê jî pêk hat û peyamên parastvanên mafên mirovan ên piştgiriyê jî hatin nîşandan.

Di dawiya merasîma Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Weqfa Tahîr Elçî de Komeleya Muzîkê ya Kurdî Ma Muzîk jî derket ser dike û kurtekonsertek bo beşdaran pêşkêş kir.

Turkan Elçî
Turkan Elçî

Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî a ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê roja 13ê Îlona 2022an li Tehranê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. 

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û ji wê demê ve xwepêşandan li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û  Îranê derketine.