“Tirkiye hêzê li ser sînorê Sûriyê kom dike”

Karwaneke hêzên Tirkiyê - Arşîv
Karwaneke hêzên Tirkiyê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya nêzikê hikûmeta Tirkiyê radigihîne, Arteşa Tirkiyeyê dest bi veguhestina hêzê ber bi sînorê Sûriyê ve kiriye.

Rojnameya “Sabah” a Tirkî di nûçeyeka xwe de diyar kir, arteşa Tirkiyê dest bi veguhestina hêzên xwe ber bi sînorê Sûriyeyê ve kiriye û Arteşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê jî amedekariyên xwe bo operasyoneka li dijî Rojavayê Kurdistanê temam kiriye.

Li gor nûçeyê, arteşa Tirkiyê dixwaze bi operasyoneke bejhajî, YPG û HSDê li devera Şehbayê ji nav bibe û wan li rojhilatê çemê Firatê asê bike.

Di nûçeyê de nehatiye eşkerekirin ku arteşa Tirkiyeyê ji kîjan bajarê Tirkiyê ber bi kîjan navçeya sînorî ya Sûriyeyê ve hêza xwe veguhestiye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşeke asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê dike armanc. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî roja Çarşema borî 23ê Mijdarê got: “Operasyonên em yên bi firoke, top û dronan, tenê destpêk e. Em ê êrîşên bejayî jî bikin.”

Her wiha Erdogan got: “Em ê serkirdeyên wan ên li Til Rifet, Minbic û Kobanê yek bi yek ji holê rakin. Di guncwatirîn dem de em ê êrîşên bejayî bikin.”

Ev di demekê de ye, jêderekî ji bajarê Kobanê ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê derengiya şeva borî gundên Xerîb, Çarqilê, Cîşan û Qaramox ên Kobanê topbaran kirin.

Her wiha topxaneya Tirkiyê kampa Eyn Îsa û hejmarek gundên ser bi Girê Sipî û riya M4 topbaran kirin û firokeyên bê firokevan jî li asmanê deverê geriyan.

Ji aliyekî din ve, rojnameya “Watan” a Sûrî jî belav kir, artêşa Sûriyê jî zêdetir ji 20 tankan û hejmarek mezin ji topxane û zirîpoşan şandiye xalên xwe yên li derdora Kobanê.