Ji ber ala Kurdistanê girêbesta lîstikvanê Fenerbahçeyê hat hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikvanekî tîma Fenerbahçeyê ji ber ecibandina postekê li tora civakî û nivîsandina “Her Bijî” li ser ala Kurdistanê, girêbesta wî ji aliyê tîma wî ve hat hilweşandin.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li ser hejmara xwe yê “Twitter” nivîsî: Tîma Fenerbahçeyê girêbesta Ozan Suncak hilweşand, ji ber ku wî li ser Twitterê piştgiriya xwe ji bo ala Kurdistanê nîşan dabû.”

Omer Ocalan got jî: “Ew nikarin bi vî awayî, rastiya Kurd û Kurdistanê biqedînin. Ji ber vê siyaseta qirêj dê jehrkirina civakê bidomînin.”

Ozan Suncak ji Bakurê Kurdistanê ye û welatiyê Almanyayê ye, berê bi “SSV Reutlingen” a Almanî re dilîst, piştre jî çû Fenerbahçeyê û li wir ji ber piştgirîkirina ala Kurdistanê girêbesta wî hat hileşandin.