Bi egera operasyoneke bejahî ya Tirkî re Kobanî di metirsiya koçberiyeke nû de ne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema ku Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejahî li Kobanê, Til Rifet û Minbicê dixwe, tevgera xelkê ji bo debara jiyanê li bajarê Kobanê rawestiya ye û beşek ji xelkê jî mal û milkên xwe bi cih hîştine û koçber bûne.

Rojnamevan Ridwan Bêzar ji bajarê Kobanê ve derbarê gef û êrîşên Tirkiyê de ji K24ê re ragihand, şeva bor dengê hin bombebaran û topbaranê li rojava û rojhilatê bajarê Kobanê dihat bihîstin û carcaran gule ji aliyê din ên sînor ve hatin avêtin û duhî zarokekî 12 salî birîndar bû.

Ridwan Bêzar derbarê rewşa xelkê bajêr de jî got: “Xelkê Kobanê ji egera destpêkirina operasyoneke bejahî ya ji aliyê Tirkiyê ve û koçbereke nû, mestirsîdar in. Ji niha ve beşek ji xelkê Kobanê koçber bûne, mal û milkên xwe bi cih hîştine û berê xwe dane deverên ewletir.”

Diyar kir jî, ji ber rewşa topbaranê û firîna firokeyên Tirkiyê li asmanê deverê, bandoreke neyînî li ser hemû warên jiyanê bûye. Tevgera xelkê rawestiya ye, welatî naçin karê xwe û zarokên xwe jî naşînin dibistanan. Her wiha piraniya dukan û bazaran jî girtî ne.

Derbarê nûçeya derbasbûna hêzên zêdetir ên artêşa Sûriyê bo Kobanê, rojnamevan Ridwan Bêzar da zanîn, leşkerên artêşa Sûriyê li seranserî sînorê Kobanê bi Tirkiyê re hatine belavkirin û her wiha hin xalên Rûsî jî hene. Tevgera Artêşa Sûriyê li ser sînor di çarçoveya xwe ya asayî de ye û ti guhartinên berçav li ser erdê tune ye û ti hêzên mezin û çekên giran ên artêşa Sûriyê negihîştine Kobanê.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê dike armanc. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî roja 23ê Mijdarê got ku ew ê dest bi operasyoeneke bejayî bikin.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24 li Pirsûsê Hesen Kako destnîşan kir, heta niha ji aliyê Pirsûs, Kilis, Dîlok û Hateyê ve ti veguhastina hêzê tune ye û ti hêzên leşkerî ji bo xeta sînor a Pirsûsê nehatiya şandin.

Peyamnêrê me destnîşan kir jî, Tirkiye radigihîne ku wan hemû amadekarî ji bo operasyoneke leşkerî ya bejahî kirine, lê heta niha ev yek tenê di çarçoveya gef û gotinan de ye.