Mesrûr Barzanî: Kurdistan welatê hemû pêkhateyên netewî û olî ye

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Jûra Bazirganî ya Kildanî ya Amerîkî û Saziya Civaka Kildanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Mijdara 2022an pêşwazî li şandeke bilind a Jûra Bazirganî ya Keldanî ya Amerîkê û Saziya Civaka Keldanî bi serokatiya Martin Menna kir.

Di hevdîtinê de Serokê Jûra Bazirganî ya Keldanî ya Amerîka û Civaka Keldanî, kurteyek li ser kar, çalakî û projeyên xwe yên li Amerîka, Herêma Kurdistanê û deşta Neynewayê pêşkêş kir. Amadehiya xwe ya temam ji bo beşdarbûna çalak di prosesa avedanî û geşepêdana Kurdistanê de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdistan welatê me hemûyan e bi hemû pêkhateyên wê yên cuda yên netewî û olî û pêwîst e em hemû alîkar bin ji bo zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê û pêşvebirina çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de.

Serokwezîr piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo daxwazên rewa yên Kirîstiyanan û pêkhateyên cuda yên deşta Neynewa û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dubare kir û tekezî li giringiya çareserkirina kêşeyên van deveran di çarçoveya madeya 140 a destûrê de kir.