Nahît Eren li ser kuştina Tahir Elçî: Kuştina ku dewlet nikare eşkere bike tune ye

Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî ku 7 sal berê li ber Mînareya Çarling hatibû kuştin, ji aliyê baroyan, mafparêzan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî ve bi girseyî hat bibîranîn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî ku 7 sal berê li ber Mînareya Çarling hatibû kuştin, ji aliyê baroyan, mafparêzan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî ve bi girseyî hat bibîranîn. Di çalakiyên bibîranînê de, bal hat kişandin ku Tahîr Elçî, jiyana xwe ji bo têkoşîna dadweriyê kiriye û di wê rêyê de jî hatiye kuştin. Beşdaran ragihandin ku ewê Tahîr Elçî û nirxên ku wî diparast jibîr nekin û biparêzin.

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bi çalakiyên cuda tê bibîranîn. Çalakiyên bibîranînê, ji ber edliya Diyarbekirê  destpê kir û meşekî heta ber Mînareya Çarling a Diyarbekirê hat lidar xistin ku Tahîr Elçî li wê derê hatibû kuştin.

Li ber Mînareya Çarling merasîma bibîranîna  Tahîr Elçî, bi dengê Tahîr Elçî ku li dijî polîtîkayên şer û tundî û zirar dîtina bermayiyên dîrokî daxuyanî dabû destpê kir.

Di merasîmê de, Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren bal kişand ku her çiqas hewldaneke taybet ji bo tarîhiştina kuştina Tahîr Elçî tê dayîn jî, ewê jî nehêlin ku ev cînayet nehênî bimîne.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren diyar kir: “Cînayetên ku dewlet nikare ronî bike tune ne, cînayetên ku dewlet ronî nakin hene. Daxwaza Tahîr Elçî, heqîqet, dadwerî û bi rêyên aştiyane çareseriya pirsa Kurd bû, em jî wek Baroya Diyarbekirê heman nirxan diparêzin û di heman rêyê de têkoşîn didin. Bila bê zanin ku em nahêlin doza kuştina Tahîr Elçî ji rêzê bê dîtin û bê encam bimîne û em dizanin ku ji bo çareseriya wan cînayetên ku sed sal in tên kirin, dikare bi îradeyeke bihêz ya siyasî çareser bibe. Emê her tim bi van zanînan daxwaz û têkoşîna dadwerî û heqîqetê berdewam bidin.”

Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî jî bi gotareke hestyar, bal kişand li ser dadxwazî û aşitîxwaziya Tahîr Elçî û da zanîn ku ew qirnefîlan di kevirên reş diçinin û her roj hejmara kesên ku doz û daxwaza dadweriyê dikin zêde dibin û li nirxên Tahîr Elçî xwedî derdikevin.

Mehmet Emîn Aktar jî ji bo Kurdistan24 da zanîn ku Tahîr Elçî li hember, pergaleke desthilat daxwaza dadwerî û aşitiyê dikir û wê pergalê çawa ku wî qetil kiriye, niha jî berpirsên kuştina Elçî, diparêze.

Parêzerê Tahir Elçî, Mehmet Emîn Aktar diyar kir: “Demên bibîranînê yên li vê derê, dema dilxemginiyeke zêde ye ji bo me hemûyan. Lê em viya dizanin ku divê em li ser piyan bisekinin, li ber xwe bidin û doza heqîqet, dadwerî û mafan têkoşînê bidomînin. Tahîr sembolekî ye ji bo hemû hiqûqnas û welatîyên li Kurdistanê. Êdî navê wî sembolekî ye û divê em li li nirxên wê sembolê xwedi derbikevin û ji xwe re bikin wek meşale.”

7 sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn. Bi gotina heval û hevrêyên wî qasiqê aşitîyê li ber Mînareya Çarling hatibû kuştin. Heval û hogirên wî û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî îro li ser gora wî jê re gotin: Em ê heta ku daxwazên me bên cih kirin têkoşîna xwe berdewam bikin.