Ji Erdogan li ser operasyona bejahî daxuyaniyeke nû

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe ragihand, di civînê de bi hûrgilî operasyonên dawî yên Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê axivîne.
Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneya  hikûmeta xwe ragihand, di civînê de bi hûrgilî operasyonên dawî yên Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê axivîne.

Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Biryara parastina sînorên welatê me bi kembereke ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan, bi her bûyereke ku diqewime, hineke din bihêztir dibe.”

Erdogan li ser operasyoneke bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê jî got: “Dema em pêngavên derbarê axa welatê xwe û ewlehiya welatiyên xwe de diavêjin, em ji ti kesekî destûrê wernagirin û hesabê jî nadin ti kesekî.”

Serokomarê Tirkiyê dibêje: “Ti kesek bila ji operasyonên Tirkiyê yên leşkerî aciz nebe ku bi armanca  berfirehkirina kembera ewlehiyê dike. Ew aliyên ji bo ewlehiya xwe ji kîlometreyan dûr tên û bêyî cudakirina terorîst û sivîlan her derê wêran dikin, divê rêzê li vê hestiyariya Tirkiyê bigirin. Dema em pêngavên derbarê axa welatê xwe û ewlehiya welatiyên xwe de diavêjin, em ji ti kesekî destûrê wernagirin û hesabê jî nadin ti kesekî. Êdî tehemula me ji bo dûrûtiya wan aliyan tune ku bi lîstîkên guherîna navan piştevaniya  terorîstan dikin. Ew aliyên di vî warî de waneyên demokrasiyê didin me, bila di serî de li terorîstên li welatê xwe  û piştevanên wan binêrin.”