HSD: Ti mercekî Tirkiyê bi rêya Rûsyayê negihîştiye me

Jêderekî agahdar ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Kurdistan24ê re ragihand, ti mercekî Tirkiyê bi rêya Rûsyayê negihîştiye wan.

Hewlêr (K24) – Jêderekî agahdar ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Kurdistan24ê re ragihand, ti mercekî Tirkiyê bi rêya Rûsyayê negihîştiye wan.

Heman jêder diyar kir, Rûsyayê navbeynkariya navbera HSD û Tirkiyê nekiriye, her çiqas mijara operasyona serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ligel Rûsyayê tê gotûbêjkirin, lê ti roleke navbeybkariyê çênebûye.

Beriya niha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihandibû, Amerîka û Îran li dijî operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ne.

Mezlûm Ebdî gotibû, Tirkiyê hêz li ser sînorê Kobanê cîgir kiriye û dixwaze êrîş bike.

Ebdî li ser helwesta civaka navdelwetî û bi taybetî jî helwesta Amerîkayê li hember gefên Tirkiyê gotibû, Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye.

Piraniya welatên ku rola wan di guherînên nav Sûriyê de heye, ligel operasyona Tirkiyê li dijî Sûriyê nînin, Mezlûm Ebdî di bersiva pirsa Kurdistan24ê ya egera guhnedana hikûmeta Enqerê bi nêrîna wan welatan û êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de gotibû: “Em dixwazin kêşe bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin. Hêzên me ji bo bersivdana êrîşên Tirkiyê amade ne. Ez bawer im, eger Tirkiye gefên xwe bike êrîş, dê helwesta Amerîkayê tundtir bibe.”