Birîkarê Wezareta Pêşmerge: Hevahengiyeke tam di navbera Pasdarên Îran û PJAKê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn radigihîne, Herêma Kurdistanê dê nebe hêzeke temaşevan, eger her hewlek ji bo dagîrkirina wê bê dayîn.

Serbest Lezgîn beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û li ser kontrola sînorê bi welatên cîran re ragihand, sînorê Herêma Kurdistanê bi Îranê re 600 kîlometro û bi Tirkiyê re jî zêdetirî 300 kîlometro ye, ji ber dijwariya hin deverên sînor û hebûna çekdarên PKK’ê, hikûmeta Herêma Kurdistanê negihîştiye xala sifir a sînorên bi wan her du welatan.

Derbarê êrîşên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nava Herêma Kurdistanê de, Serbest Lezgîn got: Her çend baregehên PJAK’ê ku beşeke PKK’ê ye li ser sînorê Îranê hene jî, lê ji aliyê Îranê ve nehatine bombebarankirin.

Serbest Lezgîn tekez kir ku hevahengiyeke temam di navbera Supaya Pasdarên Îran û PJAKê de heye.

Destnîşan kir jî, tometbarkirinên Îranê ku Herêma Kurdistanê weke metirsî li ser asayişa xwe ya navxwe nîşan dide, bêbingeh in. tekez kir jî, siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar e, ew dixwaze bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê û bi diyalogê pirsgirêkan çareser bike.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge eşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser alîkariyên mirovî ji bo koçberên Rojhilatê Kurdistanê. Di heman demê de jî, destûr nayê dayîn ku ji nava Herêma Kurdistanê ve li dijî welatên cîran çalakiyên çekdarî werin kirin.

Got jî: Herêma Kurdistanê dê nebe hêzeke temaşevan, eger her hewlek ji bo dagîrkirina wê bê dayîn û em ê bi hemû karînên xwe berevaniyê li xaka Herêma Kurdistanê bikin.

Derbarê rola hikûmeta Iraqê di parastina sînoran de jî, Serbest Lazgîn got, hikûmeta Iraqê nekariye ewlehiya li ser navçeyên sînorî kontrol bike ku destêwerdana derveyî jî rolek wê heye, ligel wê jî rêgirî hebû ji bo kontrolkirina ewlehî û leşkerî li navçeyên sînorî û bi taybetî li Şingalê.

Serbast Lazgîn amaje bi wê kir, nebûna sîstemên berevaniya asmanî li Iraqê, bûye sedem ku asmanê Iraqê di destê aliyên din de be, lê Niha hewlek heye ku sîstema berevaniya asmanî ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de were dabînkirin.